Sunday, June 3, 2018

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan bellaş bi kar bîne, carna ez jî diçûm wir da ku xwe fêrî te'mîrkirina duçerxan bikim) û metropola Rouen Normandîyê dûyemîn festîvala duçerxan li dar xist. Ca'deya bi navê Jeanne D'arcê, ku li orta nava Rouenê ye, ji trafîkê re girtibûn. Têra xwe însan hatibûn û di rojeke xweş de xelkê bajêr ji xwe re kêfa xwe dikir. Mi ji xwe re têra xwe qidank, piskiwît û halley birin ji bo ku li wan deran ji nêza nekevim.


Monday, May 14, 2018

Şampîyonîya Baby-Foot

Li dersê bûm, mi nerî du berpirsên qûrsê ketin hûndir û xwestin me agahdar bikin li ser şampîyonîya cîhanê ya baby-foot ku wê di dawîya hêftê de li bajarê me bihata lidarxistin(û ji xwe li dar xistin) û gotin heçî bivê dikare bibe dilxwazek û alîkarîya organîzasyonê bike. Em û ew jî li ser diştexilin; heke em bibin dilxwazê organîzekirinê wê li CVya me zêde bikin ji ber ku tûrnûvayeke navneteweyî ye lê hîn jî hişê mi li ser peyvê ye; la oxlim 'baby-foot' çi ye?? Mi go qey zarok an jî bebek bi topê dilîzîn. Tu nebê ji 'langirt'ê re bi Fransî dibên 'baby-foot'(hey mi go xwedê we nehêle). Û bi xwedê hingî li ser şitexilîn  mi go qey wê bi hezaran însan tevlî bibin. Federasyona Fransî ya Langirtê(FFFT) ev tûrnûva di navbera 10 û 13ê vê mehê li Kinderana ya bajarê Rouenê li dar xist û ez tenê şemî û yekşênê çûm. Di beşa jin, mêr û seqetan de Fransî bûn yekemîn û di beşa ciwanan de jî Alman bûn yekemîn.

 Nizam ka gelo we heta niha langirteke wilo dirêj dîtîye?

Thursday, May 3, 2018

Altdorf/Flüelen

Mi li vir çend welat lê gelek bajar dîtin bes yek ji wan jî bi xweşikbûna xwezaya xwe nedigîha Altdorfê. Tu dibê ez hema ji xwe re rûnêm û li derdora xwe binerim. Piştî demekê, helbet ku tu li ser qûna xwe rûnenê û bigerî, mero dibêje qey hemû derên Ewropayê wek hev in. Lê Altdorf heqeten cuda ye. Piştî vir, ez derbasî Baselê bûbûm. Hevalekî mi li mi geriya û pirsî bê ka Basel cîkî çilo ye. Mi go 'Wele îdare dike..' Go 'Oxlim tu li gundê Edenê mezin bûyî, ne li Scandînavyayê! Îca îdare dike çi ye?' Mi go 'Canisi erê wilo ye, lê ez ji Altdorfê têm ha, loma.' Zivistan bû çûm wir û digotin havînî hîn xweşiktir e. 5 rojan li wir mam lê jê têr nebûm. Û ev cara pêşî bû ku li gor navê bloga xwe bi duçerxekê li nav bajêr digeriyam.

Friday, April 6, 2018

Tuttlingena Alaman

Ev du neql in ku têm vî bajarî û tu hemî ser hev kî, mehek tê de mame. Hej vî bajarî nakim gelkî ji ber ku çûçik e û bêtir li gor îxtîyara ye bi şînayî û bêdengbûna xwe. Hej vî bajarî dikim gelkî ji ber ku kengî bêm vir, jinbira mi xwarinên harîka çêdike. Tam 11 sal in ku dûrî malbata xwe dijîm û tam 11 sal in ku neelimîme çêkirina xwarinê, hejê jî nakim a rast ligel ku işqwarin im. Axir.. Cara ewil piştî gera xwe ya Îtalyayê, di nîvê nava Swîsreyê re ji başur ta bakur bi otobêsê derbas bûbûm û hema ku mero sînor xelas dikir û diket nav axa Elmanyayê, qey bi saetkê mero digîha vî bajarî. Li başurê Elmanyayê, ber sînorê Swîsreyê ye. Cihê bajêr piçkî çep e, yanî ku mero bixwaze ji bajarekî din here wir, tenê tirên rast dire û hew. Otobês ji bajarên dorê derbas dibin. Ji ber febrîqeyên tê de, ahlê bajêr bi pirranî karker in û li bin gûhê peran dixin. Dibên navê xwe ji Keltan(Celts) distîne ku berê niştecihê vê derê bûne. Zêdetirî 600 febrîqeyên ku amûrên nojdarî(surgical) çêdikin tê de hene û nîvê amûrên nojdarî yên li dinyê li Tuttlingenê tên çêkirin.

 Cara pêşî li Rewanê(Ermanîstan) mi dîbû ku jin porê zilaman kurr dikin. Helbet ne tiştekî hewqes ecêb e lê em neelimîme heyra.

Sunday, March 11, 2018

TORIINO ITALIAANO !!

Ev dostên min î Îtalyanî ku ez çûm cem wan û mazûvaniyeke heqqeten ji dil nîşanî mi dan, me pêşî par meha Sibatê li Ermenîstanê hevdu nas kiribû û havîna borî jî ew hatibûn Kurdistanê û li çend bajaran me bi hevaline din re ew gerandibûn, vêca mi go dora mi. Bilêta xwe ya teyarê ku aidî şîrketa Ryanair bû dîsa, mi bi 13 euroyan birîbû (ne ku erzan e abê, bellaş e wîî) Piştî saet û nîvekê, nîvrokî ez gîham Torînoyê û çûm cem hevalên xwe. Ev ciwanên polîtîk li komeleyeke bi navê Casa Acmos de ji bo penaberan dixebitin û li dijî mafyayê tevdigerin. Avahiya komelê di heman demê de dikare nêzî sîh însanan vehewîne, ji xwe em tev li wir diman. Torîno, bajarekî têra xwe xweşik û dîrokî bû (bes hewaya wê piçkî lewitî bû) û bêguman rojên min î herî xweş û kêf li vir derbas bûn û destê mi bêhenek ji vir nedibû. 

Piazza Vittorio

Sunday, March 4, 2018

BARCELONAA !

Piştî seqema Swêdê kêfa mi pirr dihat ku li Barcelonayê dinya xweş bû, bayekî hênik li rûyê mi dixe û mi di cî de fanêre û çakêtê xwe ji xwe kirin. Dema ku em ji teyarê peya bûn, kirî reş têketa erdê. Bişirîneke ehmeqî li rûyê min e, kî li mi dinere dibişirim. Û li vir, tu zanî herî zêde ez hej çi dikim? Kes nizane ka tu kî yî.. Hek tu yekî qûnek bî, hek tu yekî milyaket bî.. Ji xwe tu ne xema gunê kesî yî ! (Dubare û peyv bi peyv) Tu.. ne.. xema.. gunê.. kesî.. yî !! 
Berî ku bigîhêm vir hema deqa dawî bi xêra hevalên xwe î Katalanî, ku mi ew li Fransayê nas kiribûn, mi ji xwe re li mala xanimekê cîyek eyar kir. Ji balafirgehê bi otobêseke ku heqê wê (bawer im) 6 euro bû, mi berê xwe da navenda bajêr ku hevalekî bi navê Ozgur li benda mi bû. Me hev dît lê em gelkî li cem hev neman ji ber ku ezmûnên wî hebûn. A mi jî, piştî rêwîtîyeke 4 saatean têra xwe betilî bûm û loma mi berê xwe da mala xanimê. Lê xanimê ji ber kuçikê xwe î malê ez hişyar kiribûm ji bo ku ez netirsim. E jî, piştî ku 6 kuçik pevre li Edenê hatibûn mi, dîn û îmana mi ji wan diçû (ez li ser piskilêtê bûm lê heqê xwedê ku ez zepkiribam, wê mi ji hevdu re bavêtan.). Go 'Biner tenê dike ewt-ewt û hew, tu xwe jê netirsînî !' Ketim hûndir. Hay bavoo.. Kuçik layê kuçikan ewt-ewta wî û xirxira wî kêm nebû. Diranên xwe ji mi re diqirçqiçandin. Mi go 'Calm down babe ..' (Pê re bi ingîlîzî diştexilim, hek te di hedinî.)

 
 Sibeha ewil. Rabûm. Ser mi tije pirçê kuçik. Lê mi xwe li bê'arîyê daniye, ne xema min e. Ne çaydank heye li malê ne avkelkek. Mi li beroşekê ji xwe re çayek çêkir û li ser xwe dakir.

Saturday, February 24, 2018

Barcelona li ku, Barcelos li ku ?

Mi karên xwe î nav bajêr qedandin, ji mekîneya bilêtan bi 15 euroyê bilêt stend ku bikarim ji nav bajêr herim balafirgeha Stockholm Skavstayê. Bilêta min a teyareya Ryan Airê tenê bi 23 euro ye. Bi kelecan im !


Berê ku ez dest bi gera xwe bikim mi go ka hela pêşî cîninan eyar bikim ku li rastê nemînim. Mi kiriye serê xwe; li derve ji serma jî bisiksikim, nahêlim wereqek ji bêrîka mi derkeve û meraq dikim bê ka evên gerok çilo wilo bi kêm-pere digerin.

Sunday, February 18, 2018

Kekê Ergîn..

Ez bi Xalê Zinar re li ser xwarinê bûm, mi nerî kekê Ergîn(erê, Ergin Opengin.. sewgîlîyê wergêrên gênc..)  geriya. Camêr gote mi xwarinê li derve nexwe lê ji xwe mi zik li xwe kiribû tellêr. Xwarin qediya, em rabûn, Xalê Zinar ez li metroyê siwar kirim û mi berê xwe da mala kekê Ergin. Berî vê bi çend mehan li Stenbolê jî ez bi çend hevalên din re dîsa ezimandibûm. Kekê Ergîn piştî ku ew ji Zankoya Bogaziçiyê dûr xistin, hatiye Zankoya Uppsalayê û li wir mamostetîyê dike niha. Bi navîgasyona têlefona xwe ez li ser mala wî bi rehetî vebûm ku ev navîgasyon heqqeten tişkî dûrî êqil û foqil'edet e. Gîham malê. Ê tabî du heb ''entelektuel'' (ew neynûk ji bo min in) ku bên cem hev, babet jî tê ser ziman, hûner, wêje, sînema filan bêvan. Gor ku zanim camêr serê xwe bi heft zimanan filan êşandiye û dizane jî. Le dema ku dibêm '..zane', ne wek min û te dibe lebleba devê wî. Te dî mero hesûdîyê dike. E jî aşiqê zimanan im û emrê me hema bêj yek e. Yanî tu dibê 'Arqaaş wele di vî emrê de tu ewqa zimanan zanî, eyb e. Ka piçkî bêhna xwe fireh ke, li benda me be.' Yoxx..

 Ceribandinên artîstîk bi destê Kek Ergîn


Sunday, February 11, 2018

Sandviken-Gavle

Yaw ma hewqe roj li Sandvikenê mam, ma hûn nabêjin Yawrî ka tu çima ji me re nakî behs? Sandviken û Gavle du çûk-bajarên li orta nava Swêdê ne ku pirr nêzî hev in û li Gavleyê ye Ciwanê mala Heco. (lê mixabin mi ew nedî)


Wednesday, February 7, 2018

Zinarê Xamo, mêrê zemanê berê..

Piştî 4 rojên ku ez jê têr nebûm, serê sibehê li dor heşta ji Sandvikena ku mala keçxala mi lê ye derketim û mi berê xwe da Stockholma paytext. Berê wê bi rokê, mi ji Xalê Zinar re go 'Xalo ez ê li dor 11an li wir bûm.' A rast, hewqesî dom nedikir lê hek te dî ez dereng mam. Mi go bila camêr li benda mi nesekine. Û mi jê re digo 'Xalo cîkî ji mi re bêj, ez bêm cem te.' Lê digo 'Na! Ez ê bêm pêrgî te.' Mi fedî dikir. Axir, em bi rê ketin. Otobês vala ye, wek her car mi sol ji nigê xwe kiriye, li ser qoltixê mi xwe qenc pehn kiriye, kêfa mi heta tu bê bes li cî ye (li Swêdê digerim oxlim. ma borî ye??) Ketim bookfaceê û mi nerî Xalê Zinar wiha nivîsiye : ''Îro mêvanekî min heye. Saet di 11.30 da ezê herim pêrgî wî. Xortekî Kurd e, ji Nisêbînê ye. Hatiye Swêd dixwaze min bibîne. Wer xuya ye ezê îro bi wî ra bim û nikanibim tiştekî binivîsim. De bira îro jî wiha be.'' Şaş mam piçkî ji ber ku mi li cem xwe digo 'qey saetek, biçirîn du saet em ê li cîkî rûnên biştexilin û dûre jev veqetin.' Û mi ji xwe re go 'Kero, camêr ji ber te nanivîse.' Lew Xalê Zinar her ro dinivîsî.

Tuesday, January 9, 2018

Andermatt, warê xîjê..

Sibehê li saet şeşan rabûme û mi berê xwe daye Andermattê. Xweş-kelecanek dikeve dilê min her cara ku dirim cîyekî nû. Li Swîsreyê gundekî çiyayî ye di nav kantona Uriyê de ku xelkê wê exleben bi Almanî diştexilin ji xilav Îtalyayî û Portekîzî(Portekîzî çi eleqe lan? Nizam abê). Lê dema ku dibêjim ‘gund’, ji kerama xwe gundê Xerebreşkê neynin bîra xwe(Omerî zanin vî gundî). Ji bajarê ku ez lê dimam, Altdorf, 37 km dûr e. 1437 metre di ser behrê re ye û di navenda rêzeçiyayê Saint-Gotthard Massifê ye ku ev rêzeçiya şaxeke çiyayê Alpê ye. Li herêmê, gund bi warên xwe yên xîjê(skiing) ve bi navûdeng e ku bilindahiya çiyayên dorê digîhê 2100 û jortir. Mi li heqê rojekê yê odeyeke otelan nerî ku ji 100 euroyî filan dest pê dikir.

Sunday, January 7, 2018

Mala Mirîşkan


Ka niha dev ji Swêdê biqer, em herin Swîsreyê ji ber ku sicaxî sicaxîna lêre me hîn. Pişt re jî ji we re ez ê bikim behs ji bajêr. Li bajarê Altdorfê ku ez lê me niha, camêr û canikan di nav çewlikekê de xaniyeke taybet, ku enerjîya xwe ji rokê dabîn dike bi riya panelên rojê, çêkirine da ku mirîşk tê de hêkan bikin. Li vir sîstemeke wilo heye, gor ku li ber guhê mi ketiye dibên feyz û îlhama xwe ji misilmanan girtiye evan kafiran, ku tê de karker nîn in. Dilê we bijiya hêkên teze? Tê herî vir, bêmane ji bin qûna mirişkê rahijî hêka xwe, perê xwe bavê qaseyê û biqeşitî ji wir. Hew !


Mirîşkê hîn nekiribû hêka xwe

Friday, January 5, 2018

Crematory, Sotingeh

Heyata xwe de mi ne navê wê bihîstibû û ne qetik ta roja ku çûme wir. Di hişê mi de tenê îmajeke ji Hîndûyan hebû ku wana mirîyên xwe li ber qiraxa çemê Ganjê bi dar û êzîngan dişewitandin. Mi digo qey wê cîkî wilo be dîsa. Lê na! Cîkî taybet e ev avahî ku tê de cenaza însanan dişewitînin. Crematory/crematorium dibêjin bi Ingîlîzî ku ji peyvên ‘cremare’(şewitandin) û ‘-oria, orius’(cî) ên Latînî tê. Di Wîkîferhengê de wek ‘sotingeh’ derbas dibû ji bo ya kurdî. Vêca ji me re dikir behs wê jinika ku bi wergera keçxala mi me ji hev fêm dikir. Cenazan tev darbestê dixinê sotingehê ku hûndirê wê 800 derece ye û bi gazê dişixulînin. Zagona Swêdê nahêle mero ariya cenazê, ku dixin nav cêrekê, bibe malika xwe. Ji lew kesin hene van cêran davêjin depoyên xwe ku vêna wek bêrêziyekê qebûl dikin li hember şexsê cenazê. Lê mero dikare li cîkî diyar belav bike, an têxe nav cêran û di nav axê de veşêre an jî bavê nav behrê wê cêrê.

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...