Mi li vir çend welat lê gelek bajar dîtin bes yek ji wan jî bi xweşikbûna xwezaya xwe nedigîha Altdorfê. Tu dibê ez hema ji xwe re rûnêm û li derdora xwe binerim. Piştî demekê, helbet ku tu li ser qûna xwe rûnenê û bigerî, mero dibêje qey hemû derên Ewropayê wek hev in. Lê Altdorf heqeten cuda ye. Piştî vir, ez derbasî Baselê bûbûm. Hevalekî mi li mi geriya û pirsî bê ka Basel cîkî çilo ye. Mi go 'Wele îdare dike..' Go 'Oxlim tu li gundê Edenê mezin bûyî, ne li Scandînavyayê! Îca îdare dike çi ye?' Mi go 'Canisi erê wilo ye, lê ez ji Altdorfê têm ha, loma.' Zivistan bû çûm wir û digotin havînî hîn xweşiktir e. 5 rojan li wir mam lê jê têr nebûm. Û ev cara pêşî bû ku li gor navê bloga xwe bi duçerxekê li nav bajêr digeriyam.
Showing posts with label Altdorf. Show all posts
Showing posts with label Altdorf. Show all posts
Thursday, May 3, 2018
Sunday, January 7, 2018
Mala Mirîşkan
Ka niha dev ji Swêdê biqer, em herin Swîsreyê ji ber ku sicaxî
sicaxîna lêre me hîn. Pişt re jî ji we re ez ê bikim behs ji bajêr. Li bajarê Altdorfê
ku ez lê me niha, camêr û canikan di nav çewlikekê de xaniyeke taybet, ku enerjîya xwe ji rokê dabîn dike bi riya panelên rojê, çêkirine
da ku mirîşk tê de hêkan bikin. Li vir sîstemeke wilo heye, gor ku li ber guhê
mi ketiye dibên feyz û îlhama xwe ji misilmanan girtiye evan kafiran, ku tê de
karker nîn in. Dilê we bijiya hêkên teze? Tê herî vir, bêmane ji bin qûna mirişkê
rahijî hêka xwe, perê xwe bavê qaseyê û biqeşitî ji wir. Hew !
Mirîşkê hîn nekiribû hêka xwe
Subscribe to:
Posts (Atom)
Mîhrîcana Duçerxan
Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...
-
Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...
-
Piştî seqema Swêdê kêfa mi pirr dihat ku li Barcelonayê dinya xweş bû, bayekî hênik li rûyê mi dixe û mi di cî de fanêre û çakêtê xwe ji xw...
-
Piştî 4 rojên ku ez jê têr nebûm, serê sibehê li dor heşta ji Sandvikena ku mala keçxala mi lê ye derketim û mi berê xwe da Stockholma payt...