Sunday, June 3, 2018

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan bellaş bi kar bîne, carna ez jî diçûm wir da ku xwe fêrî te'mîrkirina duçerxan bikim) û metropola Rouen Normandîyê dûyemîn festîvala duçerxan li dar xist. Ca'deya bi navê Jeanne D'arcê, ku li orta nava Rouenê ye, ji trafîkê re girtibûn. Têra xwe însan hatibûn û di rojeke xweş de xelkê bajêr ji xwe re kêfa xwe dikir. Mi ji xwe re têra xwe qidank, piskiwît û halley birin ji bo ku li wan deran ji nêza nekevim.







 Qey 12-13 salî bû..



 Kadroya duçerxê ecêb bû.

 Law xwe ji wir diavêt, ne tişt bi piskilêtê dihat ne bi lastîkê dihat.

  
 Duçerxên herî qeşmer li cem vî zilamî bûn. Wî bi xwe tev çêkirine. Anîbû wir û heçî bixwesta lê siwar dihat.



 Pedal li heman rêzî ne.


Mi ev ceriband; neqla pêşî kirî bi qûn ve li erdê ketibam. Dûra bûm hostê wê.

Mi sûretê vê keçikê girt û hema mi nerî diya wê hatiye cem min. Mi go 'Xaltîkê blogek min a gerê heye, ez ê li wir parve bikim. Te bivê jî ez jê bibim.' Go 'Naxwe xem nake.'







 Mi ev jî ajot, law wele mirim ji kena dema ku mi ev diajot.


 Ev pişta meriv dişkîne heta ku meriv qevzek dire.



Herdu silindirên bin tekera talî girêdayî kompûterê kiribûn.  Du kes lê siwar dihatin û kî li pêşîya kê bixe.. Zilamekî îxtîyar xwe li xortekî kişand. Pêşbîrk çilo dest pê kir, yê xort bi xezeb xwe gîhand nûqtê lê mamo meriv digot qey li ber behrê ye wilo yaylana yaylana diajot. Xelas kir û ji amadekaran pirsî bê ka bûye çendemîn. Gotin 'Mamo em te pîroz dikin, tu bû duyemîn.'













 Dilê mi li ser vê êşîya laww..




Mi jî ev ajot.




 Ewê din î li erdê hişê wî hema li ser gunê wî bû. Min ê bigota 'Berxiko, ku ew piskilêt li ser te keve, wellehî şefqeya ber şeqê te ne te xelas dike ne jî gunên te' lê fransîya mi têrê nedikir ji loma mi jê re negot.




2.06.2018
Rouen/Fransa

8 comments:

  1. off her çiqas nizanibim biajom jî modelê wan zaaf xweş û balkêş in .😍😍😍

    ReplyDelete
  2. Her ku çav li wan diketim, çavên mi wilo belloq dibûn û mi di go 'Xwesika ya mi ba..' :)

    ReplyDelete
  3. Çiqas eksên xweş û delal in. Nivîsên wisa sivik zor xweş dikin roja duşemiyê û dema wek meîl bo min tê, zor pê kêfxweş dibim.

    Yek jî ez bawerim êdî di her warî de tiştên deneysel (experîmental) hene. Çi cure û şiklên ecêb hene yên piskîletan.

    Vîdeo jî zor can in. Destxoş.

    ReplyDelete
    Replies
    1. Zor spas. Çend sal in piskilêtan dişopînim lê hin ji van piskilêtên vir mi nedîtibûn hetanî niha, bi min jî gelek xweş bûn.

      Delete
  4. Ez li sivdêra malê hînê piskilêtan dibim xelk jî li festîvalan. Lân'et li goştê mirîşkan

    ReplyDelete
    Replies
    1. Bila Wahdet te bieilimîne. û ji kerema xwe nifiran li goştê pîroz ê mirîşkan neke. Çar meh in bi devê mi neketiye wele.

      Delete
  5. Wehdet feqîrê li min maye heyirî. Ma goştê beraza nexweş e ?

    ReplyDelete
    Replies
    1. Yê xav quzilkurt e lê yê biraştî heyat e bes min pere nîn e.

      Delete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...