Sunday, March 11, 2018

TORIINO ITALIAANO !!

Ev dostên min î Îtalyanî ku ez çûm cem wan û mazûvaniyeke heqqeten ji dil nîşanî mi dan, me pêşî par meha Sibatê li Ermenîstanê hevdu nas kiribû û havîna borî jî ew hatibûn Kurdistanê û li çend bajaran me bi hevaline din re ew gerandibûn, vêca mi go dora mi. Bilêta xwe ya teyarê ku aidî şîrketa Ryanair bû dîsa, mi bi 13 euroyan birîbû (ne ku erzan e abê, bellaş e wîî) Piştî saet û nîvekê, nîvrokî ez gîham Torînoyê û çûm cem hevalên xwe. Ev ciwanên polîtîk li komeleyeke bi navê Casa Acmos de ji bo penaberan dixebitin û li dijî mafyayê tevdigerin. Avahiya komelê di heman demê de dikare nêzî sîh însanan vehewîne, ji xwe em tev li wir diman. Torîno, bajarekî têra xwe xweşik û dîrokî bû (bes hewaya wê piçkî lewitî bû) û bêguman rojên min î herî xweş û kêf li vir derbas bûn û destê mi bêhenek ji vir nedibû. 

Piazza Vittorio



Mole Antonelliana. Yek ji sembolên herî berbiçav ên Torinoyê ye. Pêşî fikirîne ku wê bikin sînagogek lê dûre bûye cihê 'Museo Nazionale del Cinema'(Mûzeya Sînemaya Neteweyî) ku li dinyê mûzeya herî bilind e (167 m).



Galeria Subalpina


Luci d'Artista (Şewqa Hûnermendî), her hûnermendek ji çêkirina ca'deyekê berpirsiyar e.


Muzeo Nazionale del Risorgimento Italiano


Piazza Castello








Basilica Mauriziana




Duomo di Torino (Katedrala Torînoyê), salên di navbera 1491–98an de çêkirine.




Piazza Savoia




Wolfgang Amadeus Mozart ligel bavê xwe di 1771 de li vir maye 


Goristanek, arîyên hestîyên cenazan 

Plakayên bi erdê ve singkirî. Cihûyên ku di kampa Naziyan de hatine qatilkirin, ha li ber xanîyê wan ev plaka hene. Nav, roja dayikbûna wan, cihê ku lê hatine qetilkirin û dîroka wê, li ser dinivîse. (Mi pişt re li Elmanyayê jî dîtibû.)

Ka îca em bên ser xwarin û vexwarinan. Hetanî Îtalyayê mi perekî pirr kêm xerc kir û xweşik tiştek li derve nexwar lê li Torînoyê wele çi dihat ber mi, min li bin guhan dixist. Ev dişibe şamborekan lê pîzzayek e ku aidî herêma Pugliayê ye. Û wellehî billehî tillehî mi heyata xwe de pîzzayeke wilo xweş nexwariye (Ca mi ez bi pîzzayên Îtalyanî mezin kirim). Tê de penêr, cureyeke gihê û goştê berêz heye. Cara pêşî mi jambon, ku ji goştê berêz çêkiribûn, li Parîsê xwar û ta'ma wê wek quzilkurtê bû lê ev jê'r nedihat gotin û ji xwe mero gelkî tê'r dernedixist bê ka goştê çi ye. Û dibên li van deran bi goştê berêz îmana mero kamil dibe.

Acciufhe al verde (antipassa) ji herêma Piedmontê
Masîyê qelandî û nîvişk tu datinî ser nên û li nava zeyta biharatkirî dadikî. Beriya miqernê ev dan me ji bo ku mero têxe ber dilê xwe. (Nizam ji bo çi mi masî dananiye ser nanê xwe..)

 Agnolotti del salumaio con ragú di carne di fassona
(Agnolotti navê miqerne bi xwe ye, salumaio: qesab, fassona: cureyê dewêr, ragú: sosa ku goştê hûrkirî dixin nav)
Mi ji hevalê xwe re go 'Ev li cem me jî heye.' Go 'Hûn jê re dibên çi?' Mi go 'Miqerna..'

 Tagliatelle alla carbonara
Ewên reş î qimirî jî goştê berêz e. Wele me afîyetle xwar.

Gnocchi al ragú di salsiccia e zafferano
Ev hersêkên jor şiklê miqerneyê ne. Law wele ev dişibe Kûtilkê sîrê.

Şêranîyeke bi navê Cannolo ku aidî Sîcîlyayê ye û tê de 'ricotta di pecora'(penêrê teze yê mîhan) heye. Heyat bû..

Tirkan hetanî niha bi dondirmeya Meraşê em xapandine û me digo qey em dondirme dixwin. Yên vir 'home-made' in û mero jê têr nabe. Mi gav saet dixwar.


Kafeyeke dîrokî(1763) bi navê 'Cafê Al Bicerin', ger hûn rokê hatin Torinoyê esseh werin vê kafeyê û jê eva jêr vexwin.

Bicerin; ji şîr, qehwe û çîkolatayê pêk tê. 6 euro bû.

Wê rojê ez fetisîm ji kena. Hîn jî dema ku lê dinerim, bişirînek xwe li ser rûyê mi digre. Cihek bi navê 'Sala polivalente'(eywana pirmebestî). Heftê carekê kesên ku emrê wan 55 bihurtibe, tên vir û ji xwe re direqisin. Mêr bêyî jinên xwe, jin bêyî mêrên xwe tên (helbet ên zewicî jî pev re) û ji xwe re tolazîyê dikin. Vêca ez bi hevalên xwe re di ber re derbas dibûm, dengê mûzîkê dihat. Me meraq kir û em ketin hûndirê wê. Jinek xwedî 'emr ji me re li ser vê komelê diştexilî, ha ev xaltîka he ez kişandim bi alî xwe de û go 'Wer xorto em bireqisin.' Reqsa ku ez qal dikim jî vals e haa(hewalî ye).' Mi go 'Keçê ez nizanim.' Go 'Kuro tê qûna xwe bilûçikînî û hew.' Derdor tev li me dinerin, qedexe bû jî ji bo mi loma. Vêca dev diavêtinê; 'Keçê ma te çav berdaye lêwik ?' Reqs xelas bû, me li sûretan dinerî bê ka çawa derketine. Zilamek ixtîyar hat û ji mi re go 'Biner ku te ev sûret pêş hevalên xwe kir, tu ji wan re nebêjî Ev jinik pîrika min e !' Vêca hirhira kenê me li salonê olan dida.


Cascina Caccia, xanî-çewlikek ku aidî malbata Belfiore bû ku di salên 80yî de mafyaya herî biqewet bû. Di 2007an de ji wan hat stendin. Navê xwe ji hakimekî bi navê Bruno Caccia digre ku bi destê vê malbatê di 83an dehatibû kuştin. Komeleya hevalên min jî dûre ji dewletê distîne. Ciwanên ku tê de dimînin bi awakî komûnal di nav erd û dehla çewlikê de fêkî û sewze diçinin. Kewarên wan î mêşan heye.


Hevalê mi Paulo, grafîker e 

Kolaneke bi navê Piazza Santa Guilia. Yek ji kêlîyên ku mi herî zêde jê kêf girt. Her şevên în û şemîyan li vê kolanê ciwan tên cem hev. Pêşî mi xwe dûrî wan dixist piçkî. Xerîb bûm û qemera hebû di destê mi de. Hek te dî aciz bûn. Lê wele dûre ketim orta nava wan û em bûn dostên hev. Qedeha araqê, cixare û esrarê ji destê hev digrin û wek aşiqan davên ber hev.




Mi kir û nekir navê keçikê pêde nekir.

Navê lêwik Brezza Notturna ye

Avahiyeke dagirkirî bi navê Cavallerizza. Li Torînoyê çend heb avahiyên wilo hebûn ku şaredarîya bajêr ji van kesan re hiştibû. Tê de însanên pirr marjînal û ecêb dimînin û dijîn. Gelek qûrs û atolyeyên hûnerî tê de didan. Mi pirr dixwest ez li vir bimînim.

Qaîdeyên Cavallerizza;
Anti-fascismo, anti-capitalismo... hwd.


Yek ji wan atolyeyan





Tesadûfeke xweş çêbû berî niha çend rojan dema ku mi sûret û vîdeo jev vediqetandin ji bo vê nivîsa xwe. Ev kurikê porgijik î aliyê çepê li marketeke nêzîkî mala mi dixebite û ji ber ku bi Ingîlîzî dizane (ji ber ku lebleba devê min e dema ku ez bi Fransî diştexilim), em carê pev re diştexilîn. Berî ku ez vê nivîsê biweşînim bi rokê, çûm cem û mi jê'r go 'La olim mi vîdeoyê we girtibû li Torînoyê û em pevre şitexilîbûn.' Go 'Wele birako mi digo min tu li derinan dîtiyî..'


Ev artîzê he, li ser seramîkan resiman diresimîne.


Chiesa della Consolata, nezrî dayika Îsa Meryemê kirine. Yek ji cihên herî kevn ên bawerîyê ye lı Torinoyê. Ji dema Paganan maye. (Bo kamilkirina îmanê..)



Dêrên herî xweşik hetanî niha mi li Îtalyayê dîtin. Ezamet e..


27-01.11.2017

4 comments:

  1. Ew repçiyên he jixweber digotin an jiber kirine? Malmîratan tu dibe qey bêlîte digirin 😆😁

    ReplyDelete
  2. Hin ji wan ji ber kirine lê carna jixweber jî dibêjin, bala xwe bidê ; hin ji wan bi peyva dawî ya berî xwe dest bi repa xwe dike. Çendik ji nav wan bêhenek pirr xurt in.

    ReplyDelete
  3. kezebê min şewitîn li ser wê pîzzaye 😅😅

    ReplyDelete
  4. Esrakê, bi xwedê cewahir bû. Mi zikê xwe pê qeennc têr kir, sê parçeyên din jî kirin çentê xwe û ji wir veqetiyam. Dema ku tu çû Îtalyayê nizam ka gelo te dondirme xwarin ya na.. Dondirme, miqerna(evên jor normal bûn lê hevalan li malê çêkir.. ya ma nayê gotin ha :) ) û Bicerin; wellehî ev resmen manyax bûn.

    ReplyDelete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...