Piştî 4 rojên ku ez jê têr nebûm, serê sibehê li dor heşta ji Sandvikena ku mala keçxala mi lê ye derketim û mi berê xwe da Stockholma paytext. Berê wê bi rokê, mi ji Xalê Zinar re go 'Xalo ez ê li dor 11an li wir bûm.' A rast, hewqesî dom nedikir lê hek te dî ez dereng mam. Mi go bila camêr li benda mi nesekine. Û mi jê re digo 'Xalo cîkî ji mi re bêj, ez bêm cem te.' Lê digo 'Na! Ez ê bêm pêrgî te.' Mi fedî dikir. Axir, em bi rê ketin. Otobês vala ye, wek her car mi sol ji nigê xwe kiriye, li ser qoltixê mi xwe qenc pehn kiriye, kêfa mi heta tu bê bes li cî ye (li Swêdê digerim oxlim. ma borî ye??) Ketim bookfaceê û mi nerî Xalê Zinar wiha nivîsiye : ''Îro mêvanekî min heye. Saet di 11.30 da ezê herim pêrgî wî. Xortekî Kurd e, ji Nisêbînê ye. Hatiye Swêd dixwaze min bibîne. Wer xuya ye ezê îro bi wî ra bim û nikanibim tiştekî binivîsim. De bira îro jî wiha be.'' Şaş mam piçkî ji ber ku mi li cem xwe digo 'qey saetek, biçirîn du saet em ê li cîkî rûnên biştexilin û dûre jev veqetin.' Û mi ji xwe re go 'Kero, camêr ji ber te nanivîse.' Lew Xalê Zinar her ro dinivîsî.
Saet li dor 11an gîhame wir lê Xalê Zinar ji zû de hatiye termînalê û li benda mi ne. Bi kelecan im. Carê hevalan ji mi re digo 'Kuro tu jî wek Zinarê Xamo yî' ji ber xeyda min a bo Kurdî.
Pêşî em çûn li kafeyeke şêrîn rûniştin û ketin nava sohbetekê; henek, gilî, gazin.. Xalê Zinar, piştî ku ji welêt derketiye sîh salê xwe yê pêşî venegeriyaye ji ber dewleta hovan. Li ber ketim.. Emrê mi bûbû sîh û ewî tam 30 salê xwe yê pêşî nekariye vegere welêt.
Em rabûn û me dest bi gera xwe kir. Qirdê mi, seqem bû derve. Lê Xalê Zinar bi kelecaneke nola a xortan(ez im ew xort) illeh bi gavek-du gavan li pêşîya mi dimeşiya ku dixwest hemî dera Stockholmê nîşanî mi bide. Mi di go 'oxlim Yusiv, ku tu ixtiyar bû divê tu jî wilo bî; wê kelecana dilê xwe winda nekî.' Çentê min î piya giran bû piçkî û yek jî biçuk hebû. Bi dilnizmiyeke ji nîvê kezebê wî çentê mi avêt milê xwe. Mi yek car fedî kir vêca.
Em dimeşiyan û di ber re jî Xalê Zinar ji mi re qala wan deran dikir. Heqeten dinya sar bû û xema mi tenê Xalê Zinar bû. Lê wele camêr nedigo ka ev çi ye. Çend saet tê re bihûrîn û hêdî hêdî dibû qûrqûra nava mi. Xalê Zinar ez birim restoraneke xweş ku xwedîyê wê yekî Dêrsimî bû. Piştî meheke min a Fransayê ew carê pêşî bû ku li derve mi xwarineke wek a însana dixwar. Bi şeref mi zik li xwe kir pîpîk. Ji 11ê nîvro hetanî nêzî 8ê êvarî evî xortê bi'emr ez li Stockholma paytext gerandim. Bû êvar. Bi mi re hatiye hetanî nava metroyê û ez lê siwar kirime û şandime cem camêrekî din.,
Cihê ku siyasetmedarê Swêdî Olof Palme hatiye kuştin
Guhertina nobedarên Qesra Mîrekî
22.10.2017
Yusifê delal, gelek spas ji vê nivîsa xweş û van gotinên te yê qedirzan.
ReplyDeleteHeger destûra te hebe ez dixwazim vê nicîsa te di bloga xwe da biweşînim.
Mala te ava xalo carek din. Kerem ke.
DeleteMixabin vîdeo nehat vekirin lê wêne û nivîs xweş li hev hatine. Ji xwe re têrr bigere Ûsivê bira:)Destê te sax be.
ReplyDeleteSaxtir Brahîmo. Bawer im vîdeo ji blogê re giran hat. Ez ê bi awakî din hal bikim.
Delete