Sunday, March 4, 2018

BARCELONAA !

Piştî seqema Swêdê kêfa mi pirr dihat ku li Barcelonayê dinya xweş bû, bayekî hênik li rûyê mi dixe û mi di cî de fanêre û çakêtê xwe ji xwe kirin. Dema ku em ji teyarê peya bûn, kirî reş têketa erdê. Bişirîneke ehmeqî li rûyê min e, kî li mi dinere dibişirim. Û li vir, tu zanî herî zêde ez hej çi dikim? Kes nizane ka tu kî yî.. Hek tu yekî qûnek bî, hek tu yekî milyaket bî.. Ji xwe tu ne xema gunê kesî yî ! (Dubare û peyv bi peyv) Tu.. ne.. xema.. gunê.. kesî.. yî !! 
Berî ku bigîhêm vir hema deqa dawî bi xêra hevalên xwe î Katalanî, ku mi ew li Fransayê nas kiribûn, mi ji xwe re li mala xanimekê cîyek eyar kir. Ji balafirgehê bi otobêseke ku heqê wê (bawer im) 6 euro bû, mi berê xwe da navenda bajêr ku hevalekî bi navê Ozgur li benda mi bû. Me hev dît lê em gelkî li cem hev neman ji ber ku ezmûnên wî hebûn. A mi jî, piştî rêwîtîyeke 4 saatean têra xwe betilî bûm û loma mi berê xwe da mala xanimê. Lê xanimê ji ber kuçikê xwe î malê ez hişyar kiribûm ji bo ku ez netirsim. E jî, piştî ku 6 kuçik pevre li Edenê hatibûn mi, dîn û îmana mi ji wan diçû (ez li ser piskilêtê bûm lê heqê xwedê ku ez zepkiribam, wê mi ji hevdu re bavêtan.). Go 'Biner tenê dike ewt-ewt û hew, tu xwe jê netirsînî !' Ketim hûndir. Hay bavoo.. Kuçik layê kuçikan ewt-ewta wî û xirxira wî kêm nebû. Diranên xwe ji mi re diqirçqiçandin. Mi go 'Calm down babe ..' (Pê re bi ingîlîzî diştexilim, hek te di hedinî.)

 
 Sibeha ewil. Rabûm. Ser mi tije pirçê kuçik. Lê mi xwe li bê'arîyê daniye, ne xema min e. Ne çaydank heye li malê ne avkelkek. Mi li beroşekê ji xwe re çayek çêkir û li ser xwe dakir.
Ne hingî mi taştêyek wilo xweş xwariye, mi go vêca ka rabim serê xwe bişom. Ketim himamê û piştî ku mi serê xwe kef kiriye hatiye hişê mi ku mi li Swêdê lûfikê xwe ji bîr kiribû û li vir jî hîn yek din nestendibû. Hema mi ji himamê bang kir bê ka dikarim lûfikekê bi kar bînim ya na(erê ma çi bûye bi lûfkê xelkê serê xwe bişom!?). Xanimê go 'Te kîjanê bivê..' Mi rahişt yeka bi gincir û mi xwe kir zîzok.

A din î rojê, em rûniştibûn, mi nerî di nav şitexalîyê re go 
+ Ûsiv, ez dibêm te doh lûfikê Kyra bikar anîye..
- Kyra ?
+Kuçik..
- Ê ma gûyê te li wir çi dike ?
+Carê, serê wî li wir dişom.
- Wey siheta we herduka nexweş !
+Wey a te nexweştir Ûsivo.

 Birêz Kyra. Li odekê dimam ku bi ro ha ev kuçik tê de dilîst, bi şev jî ez lê radizam.

 Bîraya Katalunyayê Estrella(stêrk), bi ta'meke xweş.

 Ma hatime hetanî Platja de la Barcolaneta.. Çênedibû ez sopanî nekim.


 Li ber plajê ha bi çêkirina tiştên wilo nanika xwe dixwarin.


Ciwanan têra xwe esrar jî dikşand û wilo eşkere ser ca'de û li nav sikakan. Rokê li parqekê rûniştibûm li tenişta xort û qîzekê ku mi ji tevgerên wan fêm dikir hezkirîyê hev in. Bi bêhna esrara wan hisiyam û li wan fitilîm. Ziravik pêçabûn. Keçikê go 'Ha ji te re gulpkê lêxin.' Mi go 'Spas canisi.'

 Museu d'Historia de Katalunya


 Las Ramblas, Îstîklala Barcelonayê ye ku par piçkî din li hûndirê ca'dê Daîş erîşê xelkê kiribû.

 Monument a Colom (Abîdeya Kolomb)

 Di ca'deya Las Ramblas de kesên wilo bi cil û bergên ecêb, hereketên ecêb dikirin piştî ku mero çend wereqe davêt nav zerikan.

 Barcelona heqqeten pirr qerabalix bû ji ber tûrîstan. Hema bêj herî hindik wek Stenbolê qelabalix bû lê bi pergaleke dûrist. Ne wek Stenbolê ser li alîyekê, qûn li alîyekê. Û bi min ecêb hatibû dema ku mi bihîst tevgerin çêbûne ku li dijî hebûna tûrîstan in. Ji sikakên wilo teng bêhna mîzê difûriya; e dibêm xelk nedigîhan ku herin qedemgehê.

 Teatre Principal



Taybetî bi ca'deyên xwe yên fireh û mîmarîya xwe bala mero dikşand.




Cathedral La Seu



 Piştî referandûmê bû û xelk hîn jî li şaneşînan alên xwe dadiliqandin.



 Zanîngeha Barcelonayê

 Sagrada Familia.. Li dinyê mestirîn dêra Katolîk e ku hîn xelas nebûye.

 Casa Batlló

 Birêz Ozgur.. Heyranê awir û sekna wî me.

Cihên ku li Barcelonayê geriyame, li hemî dera wê riya piskilêtê hebû ku dikir mero li hemû deran bi rehetî bigere. Li gelek cihan mero dikare piskilêtan kirê bike.

 Bin alê, dikana Ganî Mîrzo ye


Parlamentoya Katalunya. Mi dixwest têkevim wir lê nehiştin. Ji ber encama refandûmê rewşa awarte hebû. Helbet digîham kê (Îspanyol û Katalan), mi ji wana rewşa referandûmê dipirsî; kesin hebûn digotin 'Wele ne xema min e.' Gelek kes piştgirî didan serxwebûna xwe. Û kêm kes jî digo 'Wê ji bo herdu alîyan ne baş be ger em jev veqetin.' Mi hin ji wan re digo 'Oxlim rehet rûnên, ji xwe re aqillî bin. Parlamentoya we heye lan!!'

 Diçûm cem kekê Ganî Mîrzo. Ser riya xwe ez li van kerên ixtîyar î Îspanyol rast hatim. Di panqarta xwe de bang li hikûmeta navendî dikin ku xala 155emîn têxin dewrê ku ev xal di hin rewşên awarte de rê li ber hikûmeta navendî vedike ku dest deyne ser rêveberîya xweser a Katalunyayê.

'Halklarin kardeşligi', li wir jî hebû. Lê ne wek me ku li parçeyeke welêt berbelav be û ji alîyê partîyekê ve bi xurtî bê parastin.

Ha ji jor ve tişkî wilo ye Barcelona (Mi ji internetê girt)

Parqeke pirr şêrîn hema li ber Sagrada Familia heye. Betilî bûm.


Li parqinan masayên pînponê danîbûn.

Nayê bîra mi bê ka roja çenda bû lê van kesan Îbrahîm Tatlises guhdar dikir bi dengekî bilind. 



23-27.10.2017/Katalunya

4 comments:

  1. Kyra ������ yaşıyorsun bu hayatı Mamostee

    ReplyDelete
    Replies
    1. Erê loo ! Bi lûfikê kuçika.. hew dibe :)

      Delete
  2. Hey maşelle tu çûyî heta Barcelonoyê lê Înanolo hê nekarî biçe Beyrûdê :))

    ReplyDelete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...