Heyata xwe de mi ne navê wê bihîstibû û ne qetik ta roja ku çûme wir. Di hişê mi de tenê îmajeke ji Hîndûyan hebû ku wana mirîyên xwe li ber qiraxa çemê Ganjê bi dar û êzîngan dişewitandin. Mi digo qey wê cîkî wilo be dîsa. Lê na! Cîkî taybet e ev avahî ku tê de cenaza însanan dişewitînin. Crematory/crematorium dibêjin bi Ingîlîzî ku ji peyvên ‘cremare’(şewitandin) û ‘-oria, orius’(cî) ên Latînî tê. Di Wîkîferhengê de wek ‘sotingeh’ derbas dibû ji bo ya kurdî. Vêca ji me re dikir behs wê jinika ku bi wergera keçxala mi me ji hev fêm dikir. Cenazan tev darbestê dixinê sotingehê ku hûndirê wê 800 derece ye û bi gazê dişixulînin. Zagona Swêdê nahêle mero ariya cenazê, ku dixin nav cêrekê, bibe malika xwe. Ji lew kesin hene van cêran davêjin depoyên xwe ku vêna wek bêrêziyekê qebûl dikin li hember şexsê cenazê. Lê mero dikare li cîkî diyar belav bike, an têxe nav cêran û di nav axê de veşêre an jî bavê nav behrê wê cêrê.
Showing posts with label Crematorium. Show all posts
Showing posts with label Crematorium. Show all posts
Friday, January 5, 2018
Subscribe to:
Posts (Atom)
Mîhrîcana Duçerxan
Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...
-
Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...
-
Piştî seqema Swêdê kêfa mi pirr dihat ku li Barcelonayê dinya xweş bû, bayekî hênik li rûyê mi dixe û mi di cî de fanêre û çakêtê xwe ji xw...
-
Piştî 4 rojên ku ez jê têr nebûm, serê sibehê li dor heşta ji Sandvikena ku mala keçxala mi lê ye derketim û mi berê xwe da Stockholma payt...