Friday, January 5, 2018

Crematory, Sotingeh

Heyata xwe de mi ne navê wê bihîstibû û ne qetik ta roja ku çûme wir. Di hişê mi de tenê îmajeke ji Hîndûyan hebû ku wana mirîyên xwe li ber qiraxa çemê Ganjê bi dar û êzîngan dişewitandin. Mi digo qey wê cîkî wilo be dîsa. Lê na! Cîkî taybet e ev avahî ku tê de cenaza însanan dişewitînin. Crematory/crematorium dibêjin bi Ingîlîzî ku ji peyvên ‘cremare’(şewitandin) û ‘-oria, orius’(cî) ên Latînî tê. Di Wîkîferhengê de wek ‘sotingeh’ derbas dibû ji bo ya kurdî. Vêca ji me re dikir behs wê jinika ku bi wergera keçxala mi me ji hev fêm dikir. Cenazan tev darbestê dixinê sotingehê ku hûndirê wê 800 derece ye û bi gazê dişixulînin. Zagona Swêdê nahêle mero ariya cenazê, ku dixin nav cêrekê, bibe malika xwe. Ji lew kesin hene van cêran davêjin depoyên xwe ku vêna wek bêrêziyekê qebûl dikin li hember şexsê cenazê. Lê mero dikare li cîkî diyar belav bike, an têxe nav cêran û di nav axê de veşêre an jî bavê nav behrê wê cêrê.
Cêr ji dar û xîzan tên çêkirin. Dar da ku bi zû tevlî nav axê bibe, xîz jî da ku bi zû tevlî nav avê bibe. Rojê navînî şeş kesan dişewitînin. Hesin û metalên, wek tîtanyûm, ku ji ber laşan dimînin ji nav hestîyan dineqînin da ku bikarin ji nû ve bi kar bînin(recycling) û perê ku ji ber dimîne neqlî weqfekê dikin. Di nav axaftinê de mi nerî jinkê ji nişka ve go 'Wa ye niha jî laşê zilamekî tê de dişewite.' Mi go 'Ablasî, mero netirsîn !' Bi hêdîka nêzîkî wê qûla reş î çûçik bûm û mi serê xwe wilo bi yanîka dirêj kir..
Qible

Nimre didin cenazan

 Tev darbestê ji vir dixinê nav sotingehê

 Bermayî tev dikevin nav vir

 Hestîyên şexsekî

 Jinkê digo 'Ev heftak bêtir e ku ev tişt me dane hev

 Hêrîner


 Cêr

 Ha ji wê qûla reş î çûçik mero dikare li cenazê binere

Ew hewa pîs î ku ji şewtê derdikeve di vê de paqij dikin û wilo berdidin da ku nelewite ew hewa derve.


21.10.2017
Gavle/Sweden

2 comments:

  1. Merheba Kekê Yusiv,

    Kuro xwezila min bloga te bi nivîseke din nas bikira. Careke din hew têm vê derê :) Tirsîyam ulan..

    ReplyDelete
  2. Malmîratnemayê dema ku ji mi re go "Ka wer biner!" e jî tirsiyam bêhenek. Mi xwest sûretê cenazê jî bigrim lê nehişt.

    ReplyDelete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...