Sunday, January 7, 2018

Mala Mirîşkan


Ka niha dev ji Swêdê biqer, em herin Swîsreyê ji ber ku sicaxî sicaxîna lêre me hîn. Pişt re jî ji we re ez ê bikim behs ji bajêr. Li bajarê Altdorfê ku ez lê me niha, camêr û canikan di nav çewlikekê de xaniyeke taybet, ku enerjîya xwe ji rokê dabîn dike bi riya panelên rojê, çêkirine da ku mirîşk tê de hêkan bikin. Li vir sîstemeke wilo heye, gor ku li ber guhê mi ketiye dibên feyz û îlhama xwe ji misilmanan girtiye evan kafiran, ku tê de karker nîn in. Dilê we bijiya hêkên teze? Tê herî vir, bêmane ji bin qûna mirişkê rahijî hêka xwe, perê xwe bavê qaseyê û biqeşitî ji wir. Hew !


Mirîşkê hîn nekiribû hêka xwe


Li vir heqê hêkan dinivîse

Qaseya peran

 Tu destikê wê dizivirîne ta hêk derkevin. Sicax sicax abê !
Genşler bêmane ewqes mirîşk bi vî dikî mabûn..



Li van her sê cîhên jor tu karî li benda mirîşkan bî ta hêkan bikin ji bona te.


Vir jî li tenişta mala mirîşkan dikanek çûk e ku bi heman awayî dişixule. Çi ji te re lazim be, rahij.

û perê wê ji vir têxiyê û ê ser jî ji wê zerikê rahij

Altdorf/Uri
Schweiz

No comments:

Post a Comment

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...