Tuesday, January 9, 2018

Andermatt, warê xîjê..

Sibehê li saet şeşan rabûme û mi berê xwe daye Andermattê. Xweş-kelecanek dikeve dilê min her cara ku dirim cîyekî nû. Li Swîsreyê gundekî çiyayî ye di nav kantona Uriyê de ku xelkê wê exleben bi Almanî diştexilin ji xilav Îtalyayî û Portekîzî(Portekîzî çi eleqe lan? Nizam abê). Lê dema ku dibêjim ‘gund’, ji kerama xwe gundê Xerebreşkê neynin bîra xwe(Omerî zanin vî gundî). Ji bajarê ku ez lê dimam, Altdorf, 37 km dûr e. 1437 metre di ser behrê re ye û di navenda rêzeçiyayê Saint-Gotthard Massifê ye ku ev rêzeçiya şaxeke çiyayê Alpê ye. Li herêmê, gund bi warên xwe yên xîjê(skiing) ve bi navûdeng e ku bilindahiya çiyayên dorê digîhê 2100 û jortir. Mi li heqê rojekê yê odeyeke otelan nerî ku ji 100 euroyî filan dest pê dikir.



Li Bahnhofan(îstgehê trênan) illeh kafeyên wilo jev şêrîntir hene ku millet tên û exleben qehwe vedixwin

Mi dixwest ez bizanim bê ka ev peyker çi sembolîze dike lê negîham ti agahiyekê. Lê dîyar e şeytanê wan bi edeb e.


Şaxeke çamê Reussê

Ji vir bi têleferîkê hildikişin serê tim da ku xwe jê bişemitînin.



Bahnhof(îstgeh)


Zarok xwe amade dikin ku li trênê siwarên û pê herin cîkî bilind. Mi ji berpirsiyara wan  pirsî, yeka mamoste, gote mi kaşe(skiing) li mektebê dersek e ku em zarokan dielimînin kaşeyê.

Teufelsbrücke(Pira Şeytên).. Li ser riya mero ye dema ku mero ji Altdorfê dire Andermattê. Mero kare peya here cînine din ên çiyê.

(Bawer im ev sûret havînî hatiye girtin ku mi xwest hûn bizanin ji jor ve cîkî çilo ye) 

St Gotthard Pass(Gêdûka St Gotthard).. Ji vir mero kare here berev başurê Swîsreyê

Şiva trênê

The Chedi.. Oteleke pênc stêrk e ku heqê mayîna bo rojekê 470 euro ye. Ji avê erzantir..











06.01.18
Andermatt/Uri-Schweiz

No comments:

Post a Comment

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...