Sunday, February 18, 2018

Kekê Ergîn..

Ez bi Xalê Zinar re li ser xwarinê bûm, mi nerî kekê Ergîn(erê, Ergin Opengin.. sewgîlîyê wergêrên gênc..)  geriya. Camêr gote mi xwarinê li derve nexwe lê ji xwe mi zik li xwe kiribû tellêr. Xwarin qediya, em rabûn, Xalê Zinar ez li metroyê siwar kirim û mi berê xwe da mala kekê Ergin. Berî vê bi çend mehan li Stenbolê jî ez bi çend hevalên din re dîsa ezimandibûm. Kekê Ergîn piştî ku ew ji Zankoya Bogaziçiyê dûr xistin, hatiye Zankoya Uppsalayê û li wir mamostetîyê dike niha. Bi navîgasyona têlefona xwe ez li ser mala wî bi rehetî vebûm ku ev navîgasyon heqqeten tişkî dûrî êqil û foqil'edet e. Gîham malê. Ê tabî du heb ''entelektuel'' (ew neynûk ji bo min in) ku bên cem hev, babet jî tê ser ziman, hûner, wêje, sînema filan bêvan. Gor ku zanim camêr serê xwe bi heft zimanan filan êşandiye û dizane jî. Le dema ku dibêm '..zane', ne wek min û te dibe lebleba devê wî. Te dî mero hesûdîyê dike. E jî aşiqê zimanan im û emrê me hema bêj yek e. Yanî tu dibê 'Arqaaş wele di vî emrê de tu ewqa zimanan zanî, eyb e. Ka piçkî bêhna xwe fireh ke, li benda me be.' Yoxx..

 Ceribandinên artîstîk bi destê Kek Ergîn



 (Kuro mi go bikene !)
Sibehê em rabûn, me pev re taştê xwar. Camêr ji welêt halîs mûhlîs hingivê Şemzînanê anîbû. Tiştên wilo li van deran gelkî biqiymet in. Em derketin, me xatir jev xwest û veqetiyan (Careke din spasîyek ji milkê dil bo mazûvaniya wî).

Ji bo LoÎnanoLawoBirawo mi berê xwe da Weşanxana Apecê ku jê pirtûka Mistoyê Heco ya bi navê 'Na bavo hê li rawestgehê me' bistînim.

Kek Elî, xwedîyê Weşanxana Apecê

Çapxane

Bi piranî kitêbên zarokan çap dikin ku bo dersa Kurdî hin ji van kitêban dişînin dibistanan. 


Bîrnebûn, kovara hûnerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê. Ji sala 1997ê û vir ve, ev 20 sal in ku vê kovarê derdixin.

Stöd för ett självständigt Kurdistan (Piştgirî bo Kurdistaneke Serbixwe)
Berî roja ku çûme weşanxanê qey rojek an bi du rojan xwepêşandenek hebû li Stockholmê bo referandûma li Başur. Bi gotina Kek Elî, pankartin çap dikin, mûrekep têrê nake û herfin kêm derdikevin. Û wilo Nêvcî dimîne..

23.10.2017
Stockholm

2 comments:

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...