Sunday, February 11, 2018

Sandviken-Gavle

Yaw ma hewqe roj li Sandvikenê mam, ma hûn nabêjin Yawrî ka tu çima ji me re nakî behs? Sandviken û Gavle du çûk-bajarên li orta nava Swêdê ne ku pirr nêzî hev in û li Gavleyê ye Ciwanê mala Heco. (lê mixabin mi ew nedî)





 Gola Storsjön

 Trol; li ser teht û daran bo zarokan datînin

 Li parqeke Gavleyê mi ev teba dî. Dibên; li gor folklora kevn, Nacken, bi gelek varyasyonên lokal ên jev cihê, zilamekî sersirûşt e ku li nav behr, gol û çeman dijî. Bi dengê kemana xwe xelkê dikşîne bi alî xwe, wan dêwane dike û dixenîqîne. (heqqet çima tişkî wilo dike yaw? oxlim ma karê te tune?)



 Pira Kvornbronê, Sandviken

 Mi go sûretekî artîstîk bigrim(erê ji xwe artîstîk ji qûna te kêm e!).. hîç nebûye qismet ku bêmane ji wê qûla mekînê binerim lew ji çaxa ku mi kiriye xerabe ye bêxwedîk.

Li nav daristaneke Sandvikenê


 Li vê dikana American Style pîzzayên pirr xweş difroşin ku xwedîyê wê yekî Nisêbînî ye. Me ji xwe re yeka ultra mezin xwest ku têra 6 însanan heye, li dora 12 euroyan bû. Li wir vêca xwedîyê dikanê li yekî geriya da ku em Ciwan Heco bibînin lê çênebû em xwe bigîhînin wîna. Aciz bûbûm.

 Glashyttan (Atolya Caman)-Högbo Bruk
Du kes li vê atolyeyê dixebitin û şikl didin caman. Bi gotina wan pirr kem kes mane ku vî karî dikin ji ber ku febrîqe ketine dewsa wan. Mi heqê tiştinan ji wan pirsî. Erebek çûçik çêkiribûn(bi qendir mezinbûna destê mero incax dihat), mi mereq kir bê ka bi çiqasî difroşin. Zilêm go '500 euro'. Mi go 'Eeeww, ma çawa çêbû mîratê!?'

Mi ji vî abêyê qarîzma pirsî bê ka çend sal in vî karî dike;
+ Thirty(sih)
- Thirteen?(sêzde)
+Na layê xwedê! Thirty thirty! (sih)
-Temam birê bavê mi, xwe aciz nek wilo... Naxwe tu çend salî yî?
+ Çil û şeş
- Bi şeref tu ji mi ciwantir xuyayî.


Dêra Heliga Trefaldighets, Gavle
Gelki hej mîmarîya dêran dikim û heta ku ji min tê li her bajarê ku ez digerim xwe digîhînim dêran.


Bi ingîlîzî ji wan re dibên 'Pipe Organ' yanî 'Orga bi borî' (wabê 'orga bi borî' çi ye tu xwedê kî yaw!?) Axir.. Vana exleben li dêrên kevn datînin û bi mûzîka wê, ahlên dêrê ayîna xwe dikin.

Gavle

19-21.Cotmeh.2017

2 comments:

  1. Wextê nivîsêd te yên gerê dixwînim, dixwazim her bigerim û qet venegerim :))

    ReplyDelete
  2. Her bigere û venegere Kulîlk ! Bi şeref ger heyat e. Hetta manyax e !

    ReplyDelete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...