Saturday, February 24, 2018

Barcelona li ku, Barcelos li ku ?

Mi karên xwe î nav bajêr qedandin, ji mekîneya bilêtan bi 15 euroyê bilêt stend ku bikarim ji nav bajêr herim balafirgeha Stockholm Skavstayê. Bilêta min a teyareya Ryan Airê tenê bi 23 euro ye. Bi kelecan im !


Berê ku ez dest bi gera xwe bikim mi go ka hela pêşî cîninan eyar bikim ku li rastê nemînim. Mi kiriye serê xwe; li derve ji serma jî bisiksikim, nahêlim wereqek ji bêrîka mi derkeve û meraq dikim bê ka evên gerok çilo wilo bi kêm-pere digerin.
Mi pêşî xwe sipart 'Hallederîz Abê'(Bilal Ata Aktaş, niha li van deran hewl dide ku bibe Mösyöyekî ser xwe, lê mi jê re go 'Ji bîr nek ku tu Muşî yî.'). Te dî camêr berê çûbû wan deran, mi go niha esseh nasên wî li wir hene. Yek hebû jî a rast lê mi ji lêwik pirsî, go 'Ez bi 6 kesan re li xanîyekî dimînim' û mi jî destê xwe jê şuşt. Li Ewropayê birra jî wilo ye. E jî tê de xwendevan tev li oda yan xanîyên wek hûcra dimînin ji ber ku biha ye jî heqê kirê. Rabûm ketim Couchsurfingê. Lê ji dêvla Barcelonayê, mi bêhemdî xwe Barcelos/Portugal tikandiye. Bi vî hawî ji sê kesan re mi peyam şandin û wilo jî mi domand ta evî birê bavê min Jorge Silva ez bersivandim û gote mi 'Yusiv, layê xwedê !! Ez hezar kîlometre dûrî Barcelonayê me. Tê çilo stûyê xwe bişkînî û bayê sor li nîvê nava kezeba xwe xi û bê hetanî vir?? Terrî !' Hela ev dera ha, xem tune. îca peyama ku mi ji Apê Jorge re şandibû, vê derbê ji keçikeke re wek gulokê re şand lê bêyî ku navê zilêm jê derxim û ê gulokê li destpêka peyamê zêde bikim. Wele mi go Ûsivo te yekcar pê'd rî û yekcar tisqa li mi ket û ji behca gumgumok di pişta mi de şîn hatin. Mi ji heft kesan re peyam şandibûn û mala wan ne ava ku yek jê jî nego 'Wer ser çavan gyan !'

23.09.2017

No comments:

Post a Comment

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...