Saturday, December 30, 2017

Stockholm..

Piştî firrîna bo Parîsê bêhenek gelkî ji teyara tirsiyabûm, ku hîn jî jê ditirsim, lê eva ku ez pê hatim Stockholmê.. Wellehî jê’r nedihat gotin. Yeqîn bik bi qasî çarîka çarîka otobêsan jî nedileqiya. Bêhna mi derketibû. Di rê de, yanî li hewê, mi namek nivîsî bo Mûradê Dêrsîmî ku wek navê xwe zanim wê gelkî kêfa wî bihata. Piştî du saet û nîvan em daketin balafirgeha Skavstayê ku şixulê saetekê dûrî navenda bajêr e. Çavê xwe digerînim bê ka cihê ku pasaportan kontrol dikin li ku ye. A Îspanyol go ‘te xêr e, çi digerî?’ Yaw mi go 'Ka passport control?’, gote mi ‘ You are in Europe babe..’ Me rahişt çentên xwe, bilêtên bi 15 euroyan ji mekîneyan kirîn ku li vir, Ewropayê, bi perê hûr an jî bi qerta xwe ya banqê mero ji wan dibire lê keçxala mi, siheta wê xweş, ji bo mi berê kirîbû bilêtê. Hema rast em derketin derve li otobêsan siwar bûn û me berê xwe da bajêr. Dinya xweş û bi ro. Yeqîn nakim ku wilo bi rehetî hatime hetanî vêde. Dibêm ‘Oxlim Ûsiv wele te xwe gîhand Swêdê jî.’
Em peya bûn, me sozin dan hev bo careke din hevdu bibînin, ji hev re binivîsin lê virr!! Hemi derew ! Em ji hev veqetiyan. Ji niyaza ketime. Li ber kafeyeke Central Stationê(ne li hûndirê kafeyê ha, li Ber wê) li ser qeydikekê rûniştim, dîsa mi derxist sandvîçekê ku ji doh mabû(Erê law ! Ji bo ku wereqek ji bêrîka mi dernekeve mi şeş-deh sandvîç çêkiribûn ji xwe re). Di vê tûşê de keçxala mi hat û piştî sohbeteke kurt me dest bi gerê kir. Stockholm.. Mi ebeden yeqîn nedikir ku wê bajarek hewqes xweŞŞik be. Gelkî hez dikim ji wan bajarên ku di nava xwe de behran vedihewînin ku Stockholm jî yek ji wan e bi 14 giravên xwe. Stenbol dihat hişê mi ji ber behra xwe lê ji ber Stockholmê ve çi ye.. Mi gelek sûret negirtin. Hema li derdora xwe, li însanan û carê li ezmên mi dinerî.

         Ev xalê simbêlpisîk, August Strindbergê nivîskar, helbestvan û ressam (û gelek tiştên din) e.


Parlamento

                       Ev metroya nû ye ku bi firehbûn û mezinbûna xwe ve bala mero dikişand.


Tenişta vir Svenska Akademien (Akademîya Swêdî) e ku li vir xelata Nobelê tê dayîn. Mi xwest li mûzeyê bigerim lê cî de jê derketim. Ji ber ku bi heq bû :)












Lê nahêlim gerra min a Swêdê wilo bi zû xelas bibe.
...

18.10.2017



3 comments:

  1. Mamoste bala min li te ye li Stockholmê fîka fîka te ye. 😊

    ReplyDelete
    Replies
    1. 😊 ka tu jî were em pev re fîkan bavêjin 😊

      Delete
  2. Ji xwe "fika" swêdiyan meşhûr e. :) FIKA: https://en.wikipedia.org/wiki/Fika_(Sweden)

    Li gel slavan /Robîn

    ReplyDelete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...