''... Ev cara duda ye, ya yekem firrîna ji Stenbolê ber bi
Edenê bû di bihara 2016 de, ku dîsakê li firrîneke wilo pîs rast têm. Kurikê
tenişta mi yekî Tûnûsî ye ku bi aksanteke heta tu bê bes xerab bi îngîlîzî
diştexile bi mi re. Xwe bi qoltixê ve kiriye teht û ji tirsa pistepista devê wî
bi çavgirtî dûaninan dike ku e dibêm wê bîstekî din xitme daxîne li vir. Carê
wilo bi yanîka ji şibaka çûçik li derve dinerim bê ka em çiqasî li jor in û ji
nava xwe dihesibînim ka wê tişt bi me bê ya na ger em bikevin. Gelek bilind e
hîn, tu jê nafilîtî oxlim, wele te vê derbê bima'ne pê girt Ûsivê karika ca
xwe. Kurikê Tûnûsî mi nerî go 'Tu pirr sakîn î !'. Mi ew nebersivand lê bi
xwedê ji tirsa qidûm di nava mi de nemaye û kirî ez bi xwe de berdim. Layê
xwedê îca qala sakînbûnê ji mi re dike.
...
Mi rahişt têlefona lêwik li LoÎnanoLawoBirao bigerim ku ji
mi re gotibû ez ê esseh bêm pêşiya te. Venekir. Cara duda.. ''Ez im kuro !! Ez
wa daketim. Rahijim çentên xwe, wa ez ê bêm.'' (Erê heyra, welatê babo ye. Tê
rast hema ji deriyê VIP derkevî ji xwe.). Hatim ber cihê ku lê pasaportan
qontrol dikin. Du rêz hene li pêşiya mi. Ketim rêza ku kêm kes hene tê de.
Jinikek hat bi alî mi de û tiştin gotin bi fransî:
+ Fransî fêm nakim xaltîkê.
- Tu welatîyê fransî yî?
+ Na wele xaltîkê.
- De siktir bib, her aliyê din naxwe ! Vir cihê
Fransiyan e terrî !! Te go li vir kes tune, hema cî de te xwe kir vê rêzê ne
wilo !?
Mi pişta stûyê xwe xurand ketim rêza din. Bi şeref tunebe
sed kes li pêşiya min in, înş hetanî 'eşa dor bê min. Rêz wek ma'rekî li hev
geriyaye. Hatim hetanî nîvê rêzê, li pişt xwe zivirîm mi nerî xortek ketiye
pişt mi ku nizam bê ka ji ku hatiye. Ên li pişt mi jin û mêrek ereb bûn. 'Hûn
çima dihêlin ku ev kurik têkeve pêşiya we??' Kurik; yekî nûkamilbûyî, şefqe di
sera de, kapîşon jî avêtiye ser wê, tiştin dibêje ji mi re bi fransî. Xuyaye
aciz bû. ''Hek tu diwêrî bi îngîlîzî biştexil bi mi re mêro !'' Hîn jî bi
fransî didomîne bênamûs. Wele ji mi tê ku çendik li bin gûhê te vedim. De ka
vêca em ne li welêt in. Dîn û îmana mi ji yên wilo dire ku dikevin pêşiya
însanan. Lê wellehî te bernadim. Her deqe li pişt xwe diftilim û jê re
dibêm ''Vir ne cihê te ye ! Her cihê xwe !'' Û dikim ku xelk jî jê aciz bibin.
Ew kerên din jî dengê xwe nakin. La oxlim kurik ketiye pêşiya we, hûn çima
dihêlin. Wilo ji wan re jî dibêjim lê wek ku mi ji diwêr re gotibe. .. Neh-deh
kes li pêşiya me mane. Ew jinika ku ez qewirandibûm vî alî wele mi nerî hat û li ber
me sekinî. Qayîşa ku însanan jev dikir mi di cî de rakir, li lêwik fitilîm,
ji qazî ve bi dengekî bilind, gor ku here jinikê jî, mi jê re go ''De ka ji vir
derbas be, ji vir nêzîktir e. Tê bi zû karê xwe hal bikî.'' Wele xaltîkê hat.
Go ''We xêr e xortino?'' Mi nehişt ku kurik biştexile. Hal mersele jê re got.
Pasaporta wî jê xwest û ew qewirand dawiya rêzê. ‘’ÇAAAWW !!’’
…
Jinikeke reşik rahişt pasaporta mi û pirsî:
+ Tu hatîyî vir çi berxê mi?
- Bi serê te eleqa mi ji tişkî tune. Hatime xwendina xwe
bikim.
+ Tê li ku bixwînî?
- Rouenê.
+ Xuan??
- Na, Rouen !
+ Xuan ??
- Na heyrana çavê tey belek bûmê na ! ROUEN ROUEN!
+ De ka siktir bib her loo !!
(Pişt re ez ê fêr bûbûma ku di zimanê fransî de mero ‘r’yê
wek ‘x’ dixwîne.)
…
Tam min ê xwe bavêtayê.. ‘’Bise !! Ez ê sûretekî te bigrim.’’
13.09.2017
Paris/France
Saeta te xweş Kak Ûsiv. Xwedê emrê bloga te dirêj bike.
ReplyDeleteXweştir Gulsuma. Xwedê emrê me tev de dirêj bike.
Delete