''Qûna mi kirî qeşa bigire. Bêhenek! (A rast mero naxwaze bi
‘qûn’ê dest bi meselê bike ku ser hala ev qûn bêmane qûna mero be. Axir..)
Pîceme jî tune di bin mi de û a xerab mi bi xwe’r neanî, hek ya na eyn anihka
li vir li orta ca’dê min ê li xwe kiriba. Wellehî mi nizanibû ku wê hewqe sar
be. Dû-sê xort û keçik di ber mi re derbas bûn ku bi texmîna mi Îspanyol in. E
dibêm cîk digerin ku xwe tê de vehewînin. Vêca ji xwe mersele ev bû; saet nîvê
şevê li dor duda ye. Balafirgeh, Beauvais airport, girtî ye û divê hetanî şeşê sibehê
em li bende bin ku vekin. Ne dikana Xalê Nezîr e mîratê!!’’
‘’Saet li dor yazdê nîvê şevê bi terempêleke şexsî gîham vir
ku ji aplîkasyona Blablacarê mi pêde kiribû ku ev sîstem gelkî berbelav e li
Ewropayê. Ger bi kurtî jê bikim behs lew bo mi jî ev cara pêşî bû tiştekî wilo
bi kar tînim; kesek ji cîkî dire cîkî din bi terempêla xwe ya şexsî ku çûna xwe
bi roj û saetê diyar dike li ser malperê û heçî bixwaze pê re here bi hesabê
xwey bankê heqê rê jê re radizîne ku li gor otobês û teyaran gelkî erzantir e.
Xweşbûna wê ew e ku mero kare bo rotayên çep hin kesan bibîne û ya jê xweştir
tu însanên nûkîtop nas dikî. Bo balafirgeha Beauvaisê, ku şixulê saetek û deh deqe
dûrî bajarê Rouenê ye, ji xwe ti trên û otobês tune ne xweşik. Lew cihê wê pirr
çep e. Û erzanbûna bilêtên Ryanairê jî ji xwe ji vir tê ku teyara wan aqilben
balafirgehên çûçik bi kar tînin; bifikir mi bilêta xwe ya Parîs-Stockholmê tenê
bi 17 euroyan kirîbû ku ev şîrket li seranserê Ewropayê erzantirîn bilêtên
teyarê difroşe mero. .. Nêzîkî du saetan li maseya cafeyekî, ew jî li derve bû,
rûniştim. Hew mi debar kir ji ber sermê. Dema mi nerî koma ku di ber mi re
derbas bûbû wa vedigerin bi alî min de tên, hema rabûm ser nigan û çûm pêrgî
wan. Ti cî nedîbûn. Mi nerî teyara me yek e û ji mi re gotin ‘Wer em pev re
bimeşin ya na tê biqefilî.’ Hetanî şeşê sibehê em di nav hewşa balafirgehê de
çûn û hatin, çûn û hatin. Ji ber ku Îspanyol bûn mi go ez ji wan bipirsim bê ka
li ser pirsgrêka Katalûnyayê çi difikirin. Heta tu bê bes bi ûslûbeke xweş û
nerm ez bersivandim. Te dî pirsgirêka me ya bi tirkan re dihat hişê mi ku tirk
nahêlin mero bêje kip li ser pirgirêka me. .. Jin û mêrek faris jî bi zarokê
xwey incax yek salî re, ku ca wî ew di nav betaniyê de gebirandibû, li hêviya
karkera bûn ku bên derî vekin ji wan re. Hişê mi li ser lêwik bû (Hej farisan
dikim, belkî jî ji ber wê). Saet bû pênc û mi nerî karkerin hatin. Çûm cem yekî
di cî de ku malbatê tev de têxe hundir. Pêşî qebûl nekir, digo ‘hîn saetek
maye.‘ Mi go ‘Layê xwedê! Wê zarok biqerise li vir!’ Go ‘Bela heyra lê bila dê
û lawik bên, kundirê bavê wan bila neyê.’ Me qebûl..’’
…
‘’Heyata mi de ev cara pêşî bû ku ez ê derketima gereke wilo
dirêj heke di sibata borî de gera ji welêt a ji bo Gurcistan û Ermenîstanê nehesibînim.
Bi dehan pirs hene di serî mi de û bi sedan pirs jî mi ji derûdorê kirine ji
bo ku li ti derê nealiqim.’’
…
‘’Siheta we ne carek lê hezar carî nexweş ku we hetanî vê
saetê em li derve hiştin. Axir em ketin hundir. Ji birçîna diketim. Mi derxist
sandvîça ku mi çêkiribû û wilo zikîziwa xwar. Vêca xewê ez zep kirim. Hetanî nêzîkî
saet nehan em tev razan. Pişt re rabûn, ketin rêzê. Bi şeref destê mi li ser dilê
mi bû ku ditirsiyam pirsgirêkek derkeve ji ber bêqirdbûn û bêsi'ûdbûna mi. Û te dî ji ber ku di bêrîka mi de nebixêr
pasaporta dewleta hovan hebû. Ecebmayî dimam dema ku mi ji lawikê Îspanyolî
pirsin dikirin li ser vîzeyan ku ji mi re digo ‘Vîzeya çi oxlim?’ lew mi digo
qey divê vîzeya hemi kesî hebe ger bixwaze derbasî welatekî din bibe. Û a rast
mero dihesidî ji wan. Ma’z çi derewa bikim. Û mi bêhenek meraq dikir bê ka
tişkî çawa ye ku mero bê vîze here welatekî din. Mi meraq dikir bi xwedê.’’
‘’Mi pasaport da zilêm..’’
‘’Bajo..’'
18.10.2017
Beauvais/Parîs
(Tîpsîztirîn tîp..)
(Mero dibê qey ez ê li Uzay Mekigi siwarêm. Oxlim teyare ye lann !)
No comments:
Post a Comment