Friday, April 6, 2018

Tuttlingena Alaman

Ev du neql in ku têm vî bajarî û tu hemî ser hev kî, mehek tê de mame. Hej vî bajarî nakim gelkî ji ber ku çûçik e û bêtir li gor îxtîyara ye bi şînayî û bêdengbûna xwe. Hej vî bajarî dikim gelkî ji ber ku kengî bêm vir, jinbira mi xwarinên harîka çêdike. Tam 11 sal in ku dûrî malbata xwe dijîm û tam 11 sal in ku neelimîme çêkirina xwarinê, hejê jî nakim a rast ligel ku işqwarin im. Axir.. Cara ewil piştî gera xwe ya Îtalyayê, di nîvê nava Swîsreyê re ji başur ta bakur bi otobêsê derbas bûbûm û hema ku mero sînor xelas dikir û diket nav axa Elmanyayê, qey bi saetkê mero digîha vî bajarî. Li başurê Elmanyayê, ber sînorê Swîsreyê ye. Cihê bajêr piçkî çep e, yanî ku mero bixwaze ji bajarekî din here wir, tenê tirên rast dire û hew. Otobês ji bajarên dorê derbas dibin. Ji ber febrîqeyên tê de, ahlê bajêr bi pirranî karker in û li bin gûhê peran dixin. Dibên navê xwe ji Keltan(Celts) distîne ku berê niştecihê vê derê bûne. Zêdetirî 600 febrîqeyên ku amûrên nojdarî(surgical) çêdikin tê de hene û nîvê amûrên nojdarî yên li dinyê li Tuttlingenê tên çêkirin.

 Cara pêşî li Rewanê(Ermanîstan) mi dîbû ku jin porê zilaman kurr dikin. Helbet ne tiştekî hewqes ecêb e lê em neelimîme heyra.


 Katolische Kirche St. Gallus( Dêra Katolîk a Birêz Gallus)



Ev jî li hewşa dêrê bû. Nizam bê ka çi temsîl dike.

 Goristenek, (xiyala xwe didimê, gelkî hay ji goristanên xwe hene)

Keleha bajêr.
Di nav vê berfê de kurikek piskilêt dajot, negîham sûretê wî bigrim. 



Aesculap
Nexweşxanek bifikirin, çi firax û amûr tê de hebin, hemi li vir çêdikin û difroşin gelek deverên dinyê. Dema ku mero ji yekî/ê re bibêje 'Ez li Aesculap'ê dişixulim.' heçku tu şaredarê bajêr bî. Karkerekî qûnpaqij(vê derbê ne qûnbigû) li dora 2500 euro distîne û di betlaneya salane de te ku derê bivê(tabî bi daxwazeke wek a însanan) te dişînin wê de ji bo ku tu kêfa xwe bikî. Sûret tenê cihê ku di kadrajê de hiltê ya na jê gelkî mezintir e. Bifikir şaredarî gorî vê febrîqeyê riyan çêdike yan jî diguherîne.


 Evangelische Stadtkirche
(Dêra Evanjelîst a Bajêr)

Danou River
Ew çemê Tunaya bi nav û deng tê re derbas dibe.











 Nav sûka wê










No comments:

Post a Comment

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...