Thursday, May 3, 2018

Altdorf/Flüelen

Mi li vir çend welat lê gelek bajar dîtin bes yek ji wan jî bi xweşikbûna xwezaya xwe nedigîha Altdorfê. Tu dibê ez hema ji xwe re rûnêm û li derdora xwe binerim. Piştî demekê, helbet ku tu li ser qûna xwe rûnenê û bigerî, mero dibêje qey hemû derên Ewropayê wek hev in. Lê Altdorf heqeten cuda ye. Piştî vir, ez derbasî Baselê bûbûm. Hevalekî mi li mi geriya û pirsî bê ka Basel cîkî çilo ye. Mi go 'Wele îdare dike..' Go 'Oxlim tu li gundê Edenê mezin bûyî, ne li Scandînavyayê! Îca îdare dike çi ye?' Mi go 'Canisi erê wilo ye, lê ez ji Altdorfê têm ha, loma.' Zivistan bû çûm wir û digotin havînî hîn xweşiktir e. 5 rojan li wir mam lê jê têr nebûm. Û ev cara pêşî bû ku li gor navê bloga xwe bi duçerxekê li nav bajêr digeriyam.
























 Gelkî şirîn bû mîmarîya xanîyên wan




















Derdora cihê ku lê dimam


Rêya di navbera Altdorf û Andermattê, bi çivên xwe navder e li wan deran.







06.01.2018

2 comments:

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...