Monday, May 14, 2018

Şampîyonîya Baby-Foot

Li dersê bûm, mi nerî du berpirsên qûrsê ketin hûndir û xwestin me agahdar bikin li ser şampîyonîya cîhanê ya baby-foot ku wê di dawîya hêftê de li bajarê me bihata lidarxistin(û ji xwe li dar xistin) û gotin heçî bivê dikare bibe dilxwazek û alîkarîya organîzasyonê bike. Em û ew jî li ser diştexilin; heke em bibin dilxwazê organîzekirinê wê li CVya me zêde bikin ji ber ku tûrnûvayeke navneteweyî ye lê hîn jî hişê mi li ser peyvê ye; la oxlim 'baby-foot' çi ye?? Mi go qey zarok an jî bebek bi topê dilîzîn. Tu nebê ji 'langirt'ê re bi Fransî dibên 'baby-foot'(hey mi go xwedê we nehêle). Û bi xwedê hingî li ser şitexilîn  mi go qey wê bi hezaran însan tevlî bibin. Federasyona Fransî ya Langirtê(FFFT) ev tûrnûva di navbera 10 û 13ê vê mehê li Kinderana ya bajarê Rouenê li dar xist û ez tenê şemî û yekşênê çûm. Di beşa jin, mêr û seqetan de Fransî bûn yekemîn û di beşa ciwanan de jî Alman bûn yekemîn.

 Nizam ka gelo we heta niha langirteke wilo dirêj dîtîye?


Fransa, Almanya, Luksemburg, Portekîz, Belçîka. Emerîka, Danîmarka û Avusturya tevlî şampîyonîyê bûbûn.

 Mi bala xwe dayê di nav lîstîkvanan de tenê ev xalê Hecî yê porspî piçkî xwedî 'emr bû. Lê kafirov direqand ha.


Hin ji van bi lepikan dilîst û herkê xwedî destikeke şexsî bû, piştî lîstîka xwe ew derdixistin. Yaw ewê kîs-kumik.. li van deran gelek însanên marjînal hene. Pêşî wele mi go qey turikek kiriye serê xwe lê feqîro porê xwe bawer im 6 metro dirêj kiriye û kiriye nav çûwalekê.

Yên çêpê Fransî, yên rastê jî Almanî bû. Navê kurikê çepê yê porzerik jî Joseph bû. Her ku gol davêt antrenorê wî qîr dikir û digo 'Allez!', yanî dibê 'Ha wilo haa, mi çavê te xwaro Ûsivo!' û zora xortên Almanan çû.

 Ev kekê min î çepê ji bo keysa xwe lê bîne, carê çep dilîst.



Ev xaltî gelkî heyecanlî bû, pêhn diavêtin.






12-13.Gulan.2018
Rouen/France

2 comments:

  1. Kalké te jî bi langirté dilîst usif😁

    ReplyDelete
    Replies
    1. Mi bi çavê xwe nedîtîye lê dibên oyincîyek ser xwe re bû.

      Delete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...