Friday, December 1, 2017

Me go Merheba !!

Gelî birêzan me go merheba!
Taliya talî mi jî blogek vekir di 27ê Mijdarê de (zaf manîdar e ne wilo??) bi israra hin hevalan û bi alîkariya LoÎnanoLawoBirao ku ji vir Rouenê ta Parîsê silaveke ji milkê dil bo cenabê wî virê dikem. Tekane û mestirîn armanc bo min ew e ku kurdî di hemû warên jiyanê de(helbet ez ê di hemû warên jiyanê de nebim) bêtir têxim qûla çavê xelkê(bimane). Lew leşkerê Zinarê Xamo me ez! Mi armanc bû ez bi piskilêta xwe li kolanên bajarên Ewropayê bigerim (li keçeke kurd.. (stop!) ) û ji we re qala van deran bikim (çerxsiwarekî ser xwe re me haa) lê ne mi karibû piskilêta xwe ji welêt bînim vêde ne jî niha karim yekê bistînim li vir. Vêca heta ku mi xwe gîhand piskilêtekê bi terempêl û teyarê ez ê ger û seyranê bikim. Ta’meke edebî filan (ne ji kerema xwe) negerin. Ne zanim ne jî dikarim. Piçîzkî ji zimên fêm dikim, hewqes! Xiber serbest in bes bêhenek nedin nav (bi qûrana ku melê min î ûçkaxitçî dixwîne ji ricm û xezeba femînîstan ditirsim). Nizam kêfa mi gelkî ji xiber û ji kesên xiberok re tê(Miheme Abê merheba). E dibêm ji ber du sedeman e. Yek, li Edenê ji dayik bûme û ne bixêr li nav tirkan mezin bûm û ya din ji aliyê dê ve rehê Mala Silê Birê Hecî bi min re heye ku li gund xiberoktirîn malbat e. Bifikir, dema ku xelk diketin ziyana dehla mala kalikê mi, camêr hildikişiya ser xênî û bang dikir ‘’Eyn ez di beroşa we nim!’’ Wele mêr bû rehmetîyo. Ez ê gelekî kêfxweş bim ger we xetakî min ji aliyê hevoksaziyê de dî û ji min re go. Lew di heman demê de ez ê blogê ji bo pêşvebirina zimanê xwey kurdî wek amûrekê bi kar bînim. Gelkî fêm nakim ji blog û blogeriyê lê qey bi demê re ez ê heq jê derkevim. Û erê, ez gelkî lê gelkî hej pişokan dikim.
Ligel silavan.



6 comments:

  1. Ser xêrê be. Te pîroz dikim û ji "PIŞOKA SER DUÇERXÊ" ra jiyaneke dirêj û tije kêf û henek dixwazim.
    Û spas ji bo gotina te ya qedirzan.

    ReplyDelete
  2. Wey pîroz û sed bimbarek be bavê xalê xwe. Her berdewam bî ❤

    ReplyDelete
  3. Hahahahaha, ez di tala beroşê re pir kenîyam. Ji kerema xwe, ne edebîyat lê ji me re gerê binivîse. Spas.

    ReplyDelete

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...