Ez bi Xalê Zinar re li ser xwarinê bûm, mi nerî kekê Ergîn(erê, Ergin Opengin.. sewgîlîyê wergêrên gênc..) geriya. Camêr gote mi xwarinê li derve nexwe lê ji xwe mi zik li xwe kiribû tellêr. Xwarin qediya, em rabûn, Xalê Zinar ez li metroyê siwar kirim û mi berê xwe da mala kekê Ergin. Berî vê bi çend mehan li Stenbolê jî ez bi çend hevalên din re dîsa ezimandibûm. Kekê Ergîn piştî ku ew ji Zankoya Bogaziçiyê dûr xistin, hatiye Zankoya Uppsalayê û li wir mamostetîyê dike niha. Bi navîgasyona têlefona xwe ez li ser mala wî bi rehetî vebûm ku ev navîgasyon heqqeten tişkî dûrî êqil û foqil'edet e. Gîham malê. Ê tabî du heb ''entelektuel'' (ew neynûk ji bo min in) ku bên cem hev, babet jî tê ser ziman, hûner, wêje, sînema filan bêvan. Gor ku zanim camêr serê xwe bi heft zimanan filan êşandiye û dizane jî. Le dema ku dibêm '..zane', ne wek min û te dibe lebleba devê wî. Te dî mero hesûdîyê dike. E jî aşiqê zimanan im û emrê me hema bêj yek e. Yanî tu dibê 'Arqaaş wele di vî emrê de tu ewqa zimanan zanî, eyb e. Ka piçkî bêhna xwe fireh ke, li benda me be.' Yoxx..
Ceribandinên artîstîk bi destê Kek Ergîn