Saturday, December 30, 2017

Stockholm..

Piştî firrîna bo Parîsê bêhenek gelkî ji teyara tirsiyabûm, ku hîn jî jê ditirsim, lê eva ku ez pê hatim Stockholmê.. Wellehî jê’r nedihat gotin. Yeqîn bik bi qasî çarîka çarîka otobêsan jî nedileqiya. Bêhna mi derketibû. Di rê de, yanî li hewê, mi namek nivîsî bo Mûradê Dêrsîmî ku wek navê xwe zanim wê gelkî kêfa wî bihata. Piştî du saet û nîvan em daketin balafirgeha Skavstayê ku şixulê saetekê dûrî navenda bajêr e. Çavê xwe digerînim bê ka cihê ku pasaportan kontrol dikin li ku ye. A Îspanyol go ‘te xêr e, çi digerî?’ Yaw mi go 'Ka passport control?’, gote mi ‘ You are in Europe babe..’ Me rahişt çentên xwe, bilêtên bi 15 euroyan ji mekîneyan kirîn ku li vir, Ewropayê, bi perê hûr an jî bi qerta xwe ya banqê mero ji wan dibire lê keçxala mi, siheta wê xweş, ji bo mi berê kirîbû bilêtê. Hema rast em derketin derve li otobêsan siwar bûn û me berê xwe da bajêr. Dinya xweş û bi ro. Yeqîn nakim ku wilo bi rehetî hatime hetanî vêde. Dibêm ‘Oxlim Ûsiv wele te xwe gîhand Swêdê jî.’

Saturday, December 23, 2017

Ber Bi Swêdê..

''Qûna mi kirî qeşa bigire. Bêhenek! (A rast mero naxwaze bi ‘qûn’ê dest bi meselê bike ku ser hala ev qûn bêmane qûna mero be. Axir..) Pîceme jî tune di bin mi de û a xerab mi bi xwe’r neanî, hek ya na eyn anihka li vir li orta ca’dê min ê li xwe kiriba. Wellehî mi nizanibû ku wê hewqe sar be. Dû-sê xort û keçik di ber mi re derbas bûn ku bi texmîna mi Îspanyol in. E dibêm cîk digerin ku xwe tê de vehewînin. Vêca ji xwe mersele ev bû; saet nîvê şevê li dor duda ye. Balafirgeh, Beauvais airport, girtî ye û divê hetanî şeşê sibehê em li bende bin ku vekin. Ne dikana Xalê Nezîr e mîratê!!’’

Sunday, December 10, 2017

Monsieur..

''... Ev cara duda ye, ya yekem firrîna ji Stenbolê ber bi Edenê bû di bihara 2016 de, ku dîsakê li firrîneke wilo pîs rast têm. Kurikê tenişta mi yekî Tûnûsî ye ku bi aksanteke heta tu bê bes xerab bi îngîlîzî diştexile bi mi re. Xwe bi qoltixê ve kiriye teht û ji tirsa pistepista devê wî bi çavgirtî dûaninan dike ku e dibêm wê bîstekî din xitme daxîne li vir. Carê wilo bi yanîka ji şibaka çûçik li derve dinerim bê ka em çiqasî li jor in û ji nava xwe dihesibînim ka wê tişt bi me bê ya na ger em bikevin. Gelek bilind e hîn, tu jê nafilîtî oxlim, wele te vê derbê bima'ne pê girt Ûsivê karika ca xwe. Kurikê Tûnûsî mi nerî go 'Tu pirr sakîn î !'. Mi ew nebersivand lê bi xwedê ji tirsa qidûm di nava mi de nemaye û kirî ez bi xwe de berdim. Layê xwedê îca qala sakînbûnê ji mi re dike.

Friday, December 1, 2017

Me go Merheba !!

Gelî birêzan me go merheba!
Taliya talî mi jî blogek vekir di 27ê Mijdarê de (zaf manîdar e ne wilo??) bi israra hin hevalan û bi alîkariya LoÎnanoLawoBirao ku ji vir Rouenê ta Parîsê silaveke ji milkê dil bo cenabê wî virê dikem. Tekane û mestirîn armanc bo min ew e ku kurdî di hemû warên jiyanê de(helbet ez ê di hemû warên jiyanê de nebim) bêtir têxim qûla çavê xelkê(bimane). Lew leşkerê Zinarê Xamo me ez! Mi armanc bû ez bi piskilêta xwe li kolanên bajarên Ewropayê bigerim (li keçeke kurd.. (stop!) ) û ji we re qala van deran bikim (çerxsiwarekî ser xwe re me haa) lê ne mi karibû piskilêta xwe ji welêt bînim vêde ne jî niha karim yekê bistînim li vir. Vêca heta ku mi xwe gîhand piskilêtekê bi terempêl û teyarê ez ê ger û seyranê bikim. Ta’meke edebî filan (ne ji kerema xwe) negerin. Ne zanim ne jî dikarim. Piçîzkî ji zimên fêm dikim, hewqes! Xiber serbest in bes bêhenek nedin nav (bi qûrana ku melê min î ûçkaxitçî dixwîne ji ricm û xezeba femînîstan ditirsim). Nizam kêfa mi gelkî ji xiber û ji kesên xiberok re tê(Miheme Abê merheba). E dibêm ji ber du sedeman e. Yek, li Edenê ji dayik bûme û ne bixêr li nav tirkan mezin bûm û ya din ji aliyê dê ve rehê Mala Silê Birê Hecî bi min re heye ku li gund xiberoktirîn malbat e. Bifikir, dema ku xelk diketin ziyana dehla mala kalikê mi, camêr hildikişiya ser xênî û bang dikir ‘’Eyn ez di beroşa we nim!’’ Wele mêr bû rehmetîyo. Ez ê gelekî kêfxweş bim ger we xetakî min ji aliyê hevoksaziyê de dî û ji min re go. Lew di heman demê de ez ê blogê ji bo pêşvebirina zimanê xwey kurdî wek amûrekê bi kar bînim. Gelkî fêm nakim ji blog û blogeriyê lê qey bi demê re ez ê heq jê derkevim. Û erê, ez gelkî lê gelkî hej pişokan dikim.
Ligel silavan.



Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...