Li dersê bûm, mi nerî du berpirsên qûrsê ketin hûndir û xwestin me agahdar bikin li ser şampîyonîya cîhanê ya baby-foot ku wê di dawîya hêftê de li bajarê me bihata lidarxistin(û ji xwe li dar xistin) û gotin heçî bivê dikare bibe dilxwazek û alîkarîya organîzasyonê bike. Em û ew jî li ser diştexilin; heke em bibin dilxwazê organîzekirinê wê li CVya me zêde bikin ji ber ku tûrnûvayeke navneteweyî ye lê hîn jî hişê mi li ser peyvê ye; la oxlim 'baby-foot' çi ye?? Mi go qey zarok an jî bebek bi topê dilîzîn. Tu nebê ji 'langirt'ê re bi Fransî dibên 'baby-foot'(hey mi go xwedê we nehêle). Û bi xwedê hingî li ser şitexilîn mi go qey wê bi hezaran însan tevlî bibin. Federasyona Fransî ya Langirtê(FFFT) ev tûrnûva di navbera 10 û 13ê vê mehê li Kinderana ya bajarê Rouenê li dar xist û ez tenê şemî û yekşênê çûm. Di beşa jin, mêr û seqetan de Fransî bûn yekemîn û di beşa ciwanan de jî Alman bûn yekemîn.
Nizam ka gelo we heta niha langirteke wilo dirêj dîtîye?