Ev dostên min î Îtalyanî ku ez çûm cem wan û mazûvaniyeke heqqeten ji dil nîşanî mi dan, me pêşî par meha Sibatê li Ermenîstanê hevdu nas kiribû û havîna borî jî ew hatibûn Kurdistanê û li çend bajaran me bi hevaline din re ew gerandibûn, vêca mi go dora mi. Bilêta xwe ya teyarê ku aidî şîrketa Ryanair bû dîsa, mi bi 13 euroyan birîbû (ne ku erzan e abê, bellaş e wîî) Piştî saet û nîvekê, nîvrokî ez gîham Torînoyê û çûm cem hevalên xwe. Ev ciwanên polîtîk li komeleyeke bi navê Casa Acmos de ji bo penaberan dixebitin û li dijî mafyayê tevdigerin. Avahiya komelê di heman demê de dikare nêzî sîh însanan vehewîne, ji xwe em tev li wir diman. Torîno, bajarekî têra xwe xweşik û dîrokî bû (bes hewaya wê piçkî lewitî bû) û bêguman rojên min î herî xweş û kêf li vir derbas bûn û destê mi bêhenek ji vir nedibû.
Piazza Vittorio
Piazza Vittorio